• Friday, 13 February 2026
logo

Xwepêşandanên li dijî Malikî ji Soran dest pê dikin

Gulan Media February 26, 2014 Nûçe
Xwepêşandanên li dijî Malikî ji Soran dest pê dikin
Li beramber nedana meaşê fermanberan û bikaranîn wek karteke siyasî li dijî Herêma Kurdistanê, biryar e sibe (27.02.2014) hemû navend û rêxistinên civaka sivîl, çîn û tebeqeyên cuda yên devera Soran, li dijî hikûmeta Malikî xwepêşandanê bikin.

Di vê derbarê de Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Soran Yusif Hemed ji BasNewsê re got: ‘’Li beramber wê siyaseta yekalî ya Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî ku li beramber Kurdan bikar tîne û bi taybetî jî ragirtina meaşê fermanberan, mer biryar daye sibe saet 11’ê danê sibehê li ber çar-rêya Pêşmerge ya qezayê xwepêşandanekê bikin û helwêst werbigirin.’‘

Yusif Hemed da zanîn ku ji xeynî rhexistinên civaka sivîl, tê çaverêkirin ku beşeke zêde ya fermanberan jî tevî xwepêşandanê bikin.

Endamê Lijneya Amadekar a Xwepêşandanê Îsmaîl Îbrahîm jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Em ê di vê kombûnê de ji nav bazara Soran biçin ber ofîsa Soran a Parlamentoya Kurdistanê û li wir beyannameyê bixwînin. Herwiha em ê daxwiyaniyê bi rêya ofîsa parlamentoyê bişînin ji serokatiya parlamento, serokatiya herêmê, encûmena wezîran a Kurdistanê, konsolxane û Neteweyên Yekbûyî re.’‘

Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ji ber wêya ku her dem em wek xelkê devera Soran di pirsên neteweyî de hevdeng bûn, tê çaverêkirin ku gelek hevwelatiyên Soran û fermanberên hikûmetê jî beşdarî vê xwepêşandanê bibin û piştgiriya me bikin.’‘

Basnews
Top