• Friday, 13 February 2026
logo

Li Tirkiyê aloziya tomara dengî ya Erdogan û kurê wî

Gulan Media February 26, 2014 Nûçe
Li Tirkiyê aloziya tomara dengî ya Erdogan û kurê wî
Li gellek bajarên mezin ên Tirkiyê li dijî gendelî û naveroka tomara dengî ya Serokwezîr Receb Tayîb Erdogan û kurê wî Bîlal Erdogan xwepêşandan hat kirin lê piranî rastî mudaxeleya hêzên polîs hatin.

Îşev li bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Eskîşehîr û hinek dever û bajarên din ên Tirkiyê li dijî gendeliya nav hikûmetê û naveroka tomara dengî ya Erdogan û kurê wî nerazîbûn û xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gorî agahiyan, xwepêşandanên Îzmîr, Enqere û Stenbolê rastî mudaxeleya polîs hatin û ji ber wê jî di navbera xwepêşander û polîs de pevçûn derket.

Tomara dengî ya ku tê gotin piştî roja 17ê Kanûna par û piştî operasyonên gendelî û bertîlê di navbera Serokwezîr Erdogan û kurê wî Bîlal Erdogan de derbas dibe, duh bi şev li ser înternetê hat belavkirin. Di tomara dengî de ku bi tundî rojeva siyasî ya Enqerê hejand, Erdogan ji kurê xwe dixwaze pereyên ku li mala wî de hene veşêre.


Li gorî Erdogan, ew tomara dengî montaj e û hatiye çêkirin.

Rudaw
Top