• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê bi Konsulusê Japonê re civiya

Gulan Media February 26, 2014 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê bi Konsulusê Japonê re civiya

Serokwezîrê Kurdistanê bi Konsulusê Japonê yê li Bexdayê re civiya.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Japonê yê li Bexdayê û heyeteke pê re kir.

Heyeta mêwan herwiha amdebûna welatê xwe bo bihêztir kirin û baştir kirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re diyar kir û got: Pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de gelek balkêşin û ev yek bûye taybetmendiyeke girîng bo Kurdistanê û herwiha bûye handerek daku welatên cîhanî hêdî hêdî berê xwe bidin Kurdistanê û kompaniyên Japonî jî werin li Kurdistanê de dest bi hêlbirînê bikin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiyên gelê Kurd pêşkêşî gel û hikûmeta Japonê kir û got: Gelê Kurd ji ber hevkariyên hikûmet û gelê Japonê yaku di salên 1990 de destpê kirine û heta îro didomên spasiya hikûmet gelê Japonê dike, niha jî Japon di warê hevkarî kirina Penaberên Sûriya û Rojawayê de jî hevkariya Kurdistanê dike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji Konsulusê Japonê kir daku hana saziyên Japonî bidin bo ku hîn zêdetir hevkariya Penaberên Sûriya û Rojawayê Kurdistanê bikin.

Di dawiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê piştgîriya hikûmetê bo karsaz û kompaniyên Japonî yên ku dixwazin li Kurdistanê de kar bikin diyar kir.

Top