• Friday, 13 February 2026
logo

Ereb rexne li Malikî û siyasetên vî dikin

Gulan Media February 26, 2014 Nûçe
Ereb rexne li Malikî û siyasetên vî dikin


Kora Erebî rexne li Serokwezîrê Îraqê û siyasetên vî yên li hember Kurd digirin.

Kora Erebî ya bo piştgîrî kirina doza gelê Kurd di daxuyaniyekî de ragehand ku biryara Nûrî Malikî û hikûmeta vî ya bo birîna pere û mûçeya mehane ya karmendên Kurdistanê biryareke şaş, mertirsîdar û bi ti awayî xizmeta rewşa Îraq û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê nake.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de kora Erebî eşkere kiriye ku ev biryara han yaku dixwaze di warê abûrî de embargoyan li ser Kurdistanê bimeşîne vê bibe sedema aloz bûna reşwa Îraqê lewre nabe ev biryara han were cîhbicîhkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de kora Erebî behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriye û balkêşandiye ser vê yekê ku hikûmeta Îraqê heta niha bi ti awayî hewl bo çareser kirina kêşeyên han bi taybetî madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê nedaye û ev yek jî bûye sedema çendîn kêşeyên din.
Top