Bexda biryara rawestandina geştên asmanî bo Hewlêrê der kir
Hikûmeta Melikî biryara rawestandina geştên asmanî yên welatên Ewrûpayî bo Hewlêrê der kir.
Di vê derbarê de Birêvebera balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Xatû Telar Fayiq ragehand ku hikûmeta Malikî di çarçoweya embargoyên abûrî yên ku li ser Kurdistanê dimeşîne, biryar daye daku geştên asmanî yên welatên Ewrûpayî ên bo Hewlêrê rawestîne.
Fayiq herwiha eşkere kir ku di çarçoweya vê biryara han de heta niha geştên asmanî yên Alman û Swêdê bo Hewlêrê hatine rawestandin.
Fayiq di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku ev biryara han bipê kirina qanûnê ye lewre ew bi her awayî hewldanên xwe didomînin daku ev biryara han ser negire.
