• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê digeê şandeya wezareta derveya Fransayê civiya

Gulan Media February 26, 2014 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê digeê şandeya wezareta derveya Fransayê civiya
Serokwezîrê Kurdistanê digel nûnerê wezareta derveya Fransayê

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê 25.02.2014ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Jon Franswa Jîro rêvebirê karûbarên bakurê Afrîqîya û Rojhilata Navîn li wezareta derve ya Fransayê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de ku, Alan Gêpart konsulê giştiyê Fransayê yê herêma Kurdistanê jî amade bû, pêşhatên herêmî bi giştî û pêşhatên Suriyê bi tyabetî ku, ji ber kirîza Suriyê bi milyonan hevwelatiyên sivîl yên wî welatê cî û warên xwe bi cî hêlane û li dewletên cîran weke penaber akincî bûne, gotûbêj kirin. Behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê hat kirin û şandeya wezareta derve ya Fransayê rola hikûmeta herêma Kurdistanê di warê hewandin û alîkarîkirina penaberan de bilind nirxand.

Rewşa Îraqê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federal a Îraqê ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoevyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir û got ku, birîna budceyeyê û meaşê karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, bi tu awayî ev pirs nakeve rojeva dandûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Her du alî di wê bawerîyê de bûn ku, têkeliyên Kurdistan û Fransayê di qonaxeke baş de ne û tekîd li ser zêdetir pêşxsitina wan têkeliyan kir.

Top