Fazil Mîranî û heyeteke civata nîştimaniya Sûriya civiyan
Fazil Mîranî bi heyeteke civata nîştimaniya Sûriyayê re civiya.
Duh Sekreterê mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê Fazil Mîranî bi heyeteke civata nîştimanî ya Sûriyayê a bi Serokatiya Gorg Sebra re civiya.
Di vê hevdîtina han de rewşa Sûriyayê û çawetiya çareser kirina qirîza Sûriyayê û herwiha rewşa gelê Kurd ya li Rojawayê Kurdistanê û Sûriyayê de hate nirxandin.
Di vê hevdîtina han de Mîranî eşkere kir ku her di destpêka Şoreşa Sûriyayê de partiya demokrata Kurdistanê piştgîriya daxwazên demokratîk û reva yên gelê Sûriyayê kiriye û niha jî li ser ev siyaset û helwesta xwe berdewam e.
Mîranî eşekre kir ku em hertim piştgîriya tevegerên rizgarîxwaz dikin jiber ku em weke gelê Kurd jiber zilm û bindestî gelek êş û azar dîtiye lewre gelê Kurd gelek bi başî ji êş û azarên gelê Sûriyayê fêm dike.
