Dibe Kurd bi vîze serdana bajarên Îraqê bikin
Parlementerên lîsteya dewleta qanûnê dibêjin bila Kurd bi vîze serdana bajarên Îraqê bikin.
Di vê derbarê de Parlementera Parlementoya Îraqê ya ser bi lîsteya dewleta qanûnê Henan Fetlawî ragehand ku dibe hikûmeta Îraqê pêşî li hatine welatiyên Kurd bo nava bajarên Îraqê bigre û dibe Kurd bo serdana bajarên Îraqê vîze bistînin.
Henan Fetalawî herwiha gotiye dibe hikûkmeta Îraqê jî bi heman awayî li hember welatiyên Kurd tev bigere ku hikûmeta Kurdistanê li hember welatiyên ereb tev digere.
Fetlawî eşkere kiriye ku hikûmeta Kurdistanê weke welatiyeke biyanî li hember welatiyên ereb ên Îraqê tev digere lerew pêwîste hikûmeta Îraqê jî bi heman awayî nêzîkatî li gel welatiyên Kurd bike.
