• Friday, 13 February 2026
logo

Çend erdehejên din li Pênciwênê pêk hatin

Gulan Media February 25, 2014 Nûçe
Çend erdehejên din li Pênciwênê pêk hatin
Piştî ku di rojên borî de çend erdhej li bajarokê Pênciwênê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê pêk hatin, îro sibehê û şeva borî jî Pênciwên car din hejiya.

Rêveberê keşnasî û erdehjan ê parêzgeha Silêmaniyê Dara Hesen di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî û îro sibehê 3 erdhej li bajarokê Pênciwênê pêk hatin.

Hesen diyar kir ku erdheja yekem saet 9.06 deqeyê şevê (bi dema Hewlêrê) bi tundiya 3.1, erdheja duyem saet 1.38 deqeyê şevê û ya sêyem îro sibehê saet 9.05 bi tundiya 3.3 pêk hatin.

Li aliyê din rêveberê keşnasî û erdehjan ê parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku sibê dê pêleke baran barînê ber bi navçeyên Herêma Kurdistanê bê û dê 2 rojan bidome.

Rudaw
Top