Usame Nucêfî bo Rûdawê: Li dijî biryara Malikî emê bêne Hewlêrê
Di daxuyaniyeke taybet bo Tora Medyayî ya Rûdawê de, serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî piştgiriya xwe bo daxwazên destûrî yên Herêma Kurdistanê derbarê qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê û ne şandina budceyê de anî ziman û got “Ew biryar ne destûrî ne û emê li dijî wan rawestin”.
Nucêfî aşkere kir ku ewê bi serokatiya şandeke frakisyona Mutehîdûn di du rojên bê de serdana Hewlêrê bike û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.
Nucêfî herwiha got “Armanca serdana me ewe ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê petrol û budceyê de bêne çareserkirin”.
Serokê Parlamentoya Iraqê bal kişand ku ewê di çarçoveya serdana xwe de biçe Silêmaniyê jî bi mebesta amadekariyên bo hilbijartinê û dê çend hevdîtinan li wir jî pêk bîne.
Rudaw
