• Friday, 13 February 2026
logo

Usame Nucêfî bo Rûdawê: Li dijî biryara Malikî emê bêne Hewlêrê

Gulan Media February 25, 2014 Nûçe
Usame Nucêfî bo Rûdawê: Li dijî biryara Malikî emê bêne Hewlêrê
Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî li dijî birîna mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ye û dibêje “Biryara qutkirina mûçeya fermanberan û ne şandina budceya Herêma Kurdistanê biryareke ne destûrî ye. Ewê ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê jî van nêzîkan serdana Hewlêrê bike.


Di daxuyaniyeke taybet bo Tora Medyayî ya Rûdawê de, serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî piştgiriya xwe bo daxwazên destûrî yên Herêma Kurdistanê derbarê qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê û ne şandina budceyê de anî ziman û got “Ew biryar ne destûrî ne û emê li dijî wan rawestin”.


Nucêfî aşkere kir ku ewê bi serokatiya şandeke frakisyona Mutehîdûn di du rojên bê de serdana Hewlêrê bike û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.


Nucêfî herwiha got “Armanca serdana me ewe ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê petrol û budceyê de bêne çareserkirin”.


Serokê Parlamentoya Iraqê bal kişand ku ewê di çarçoveya serdana xwe de biçe Silêmaniyê jî bi mebesta amadekariyên bo hilbijartinê û dê çend hevdîtinan li wir jî pêk bîne.

Rudaw
Top