• Friday, 13 February 2026
logo

Wezareta navxwe: Deriyên Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Rojhilat vekirîne

Gulan Media February 25, 2014 Nûçe
Wezareta navxwe: Deriyên Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Rojhilat vekirîne
Di çend rojên bihorî de kanla Rûdaw di nûçeyên xwe yên taybet bi Rojhilatê Kurdistanê reportajek li ser jiyana hijmareke malbatên kurdên Rojhilat li ser tixûbê navbera Îraq û Urdinê di rewşeke gelek nearam de jiyana xwe derbas dikin û li gor Rûdawê wan malbatan daxwaz kiriye ku, biçin herêma Kurdistanê lê belê herêma Kurdistanê rê jê re neda ye.


Malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê îro weşandîye ku li dor ewê nûçeya kanala Rûdawê, wezareta navxweya herêma Kurdistanê ev daxuyaniya li jêr weşand:

1- Ev çend salin hijmareke penaberên Rojhilata Kurdistanê li kampekê nêzîkî bajarê Romadî (rojavayê Îraqê) hatîne akincî kirin û piştî jinavçûna rijêma Basê, beşek ji wan penaberan hatin herêma Kurdistanê û bi germî pêşwazî li wan hat kirin û hikûmeta Kurdistanê ew li kampa Kawe nizîk nahiyeya Quştibe a ser bi Hewlêrê ve akincî kirin.

2- Ew malbatên nexwestin biçin herêma Kurdistanê bi wê hêviyê bûn ku, biçin dervey Îraqê û bi rêya rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve li kampa Altaş hatin akincî kirin û beşek jê jî hinartin welatên Ewropa û Austiraliyayê û mafê penaberiyê li wan welatan wergirt û yên din jî li benda bersiva UNHCR dikin da wan jî weka penaber bo welatê sêyem bişîn in.

3- Deriyên hikûmeta herêma Kurdistanê, weke hertim, li pêşiya wan hevwelatiyên birêz yên Rojhilata Kurdistanê vekirîne û her dema wan xwest bihên herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor rênîşanderên ofîsa koç û koçberan û bi rêyên qanûnî li herêma Kurdistanê akincî bike û wek yên pêşiya wan hatîn dê rêz û hurmet ji wan re jî bê girtin.
Top