Wezareta navxwe: Deriyên Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Rojhilat vekirîne
Malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê îro weşandîye ku li dor ewê nûçeya kanala Rûdawê, wezareta navxweya herêma Kurdistanê ev daxuyaniya li jêr weşand:
1- Ev çend salin hijmareke penaberên Rojhilata Kurdistanê li kampekê nêzîkî bajarê Romadî (rojavayê Îraqê) hatîne akincî kirin û piştî jinavçûna rijêma Basê, beşek ji wan penaberan hatin herêma Kurdistanê û bi germî pêşwazî li wan hat kirin û hikûmeta Kurdistanê ew li kampa Kawe nizîk nahiyeya Quştibe a ser bi Hewlêrê ve akincî kirin.
2- Ew malbatên nexwestin biçin herêma Kurdistanê bi wê hêviyê bûn ku, biçin dervey Îraqê û bi rêya rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve li kampa Altaş hatin akincî kirin û beşek jê jî hinartin welatên Ewropa û Austiraliyayê û mafê penaberiyê li wan welatan wergirt û yên din jî li benda bersiva UNHCR dikin da wan jî weka penaber bo welatê sêyem bişîn in.
3- Deriyên hikûmeta herêma Kurdistanê, weke hertim, li pêşiya wan hevwelatiyên birêz yên Rojhilata Kurdistanê vekirîne û her dema wan xwest bihên herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor rênîşanderên ofîsa koç û koçberan û bi rêyên qanûnî li herêma Kurdistanê akincî bike û wek yên pêşiya wan hatîn dê rêz û hurmet ji wan re jî bê girtin.
