Dizeyê: Hêvîdarim pêwsîtiya me bi navbeynkaran nebe
Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ewê di dawiya vê heftiyê de bi serokatiya şandeke frakisyona Mutehîdûn serdana Hewlêrê bike.
Li hember vê yekê Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Her kesek bikaribe di vê mijarê de axaftinekê xêrê bike û bikaribe pirsgirêkê çareser bike emê pêşwaziyê lê bikin”.
Dizeyî herwiha got “Em hêvîdarin Bexda bi xwe çavekî di biryara xwe re derbas bike û pirsgirêk negihe navbeynkariyê”.
Derbarê civînên bê yên şandên Hewlêr û Bexdayê de, Dizeyî got “Em ji bo danûstandinê serdana Bexdayê nakin û emê li benda bersiva wan bin”.
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku wan di serdana xwe ya vê dawiyê de li ser mijarên petrolê gorûbêj kirin û nêrînên pev guhertin.
Dizeyî got “Bexda gotiye ewê nêrînên Hewlêrê dîrase bikin û dê bi nivîsekî me agehdar bikin, pişt re eger pêwîst bû dê civînê pêk werin, lê heta niha bersiva wan tine ye û em jî li bendê ne”.
Rudaw
