• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Birîna mûçeya fermanberan nayê qebûlkirin

Gulan Media February 25, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Birîna mûçeya fermanberan nayê qebûlkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bi ti awayekî ew ne şandina budceyê û qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê qebûl nakin.

Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê Farûq Kaymakcî civiya.

Li gor daxuyaniya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di civînê de rewşa niha ya siyasî û ewlekarî ya Iraqê, bûyerên li parêzgeha Enbarê û çend navçeyên din ên Iraqê, pêvajoya siyasî û hilbijartinên bê yên Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herwiha bal kişandine ser hewlên çareserkirina pirsgirênên navbera Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên derbarê çareserkirina pirsa budceyê û pirsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê.


Derbarê vê yekê de Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkan di rêya diyalogê re ligel Bexdayê çareser bike.

Nêçîrvan Barzanî got “Lê bi ti awayekî em li ser ne şandina budceyê û qutkirina mûçeya fermanberên hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêjan ligel Bexdayê nakin, ji ber ev yek nayê qebûlkirin”.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got “Hikûmta Iraqê nabê mûçeya karmendan wek karta siyasî li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne. Herêma Kurdistanê êdî paşde venagere û hikûmeta Iraqê nabê wek parêzgehekê mamele ligel Herêma Kurdistanê bike”.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di civînê de herwiha mijarên girêdayî têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, vekirina çend deriyên nû yên sînor di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, kar û projeyên kompanî û weberhênerên Tirkiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê û berferehkirina geştên asmanî di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin.

Rudaw
Top