• Friday, 13 February 2026
logo

Di nêzîk de PDK pêşniyara konfederaliyê dike

Gulan Media February 25, 2014 Nûçe
Di nêzîk de PDK pêşniyara konfederaliyê dike
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku niha piraniya kursiyên Parlamentoya Kurdistanê di destê wê dene û hêza yekem a meydana siyasî ya Kurdistanê ye, dixwaze ji bo çareserkirina aloziyên navbera Herêma Kurdistanê û İraqê, pêşniyara sîstema konfederaliyê bike.

Çavkaniyeke agahdar ji serkirdayetiya PDK’ê ji BasNewsê re eşkere kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê ber bi wê xetê ve diçe ku meseleya konfederaliyê di demeke nêzîk de wek çareseriyeke maqûl ji bo rewşa niha ya navbera Hewlêr û Bexdayê bixe rojevê.

Heman çavkaniyê got: ‘’Bi baweriya PDK’ê ew konfederalî heta astekî dê dawiyê li pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bîne, vêna jî wek çareseriyekê pêşniyar dike bo rêgirtina li aloziyên navbera Şîe û Suneyên İraqê jî ku bi awayekî cografî wan di vê konfederaliyê de ji hev cuda dike.’‘

Li gor wê çavkaniyê, ji bo vê mebestê PDK dixwaze wê pêşniyarê bide hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, İraqê û welatên navçeyê, bi awayekî ku raya giştî jêre amade bike û bi wan bide famkirin ku ji bo qonaxa îro ya İraqê konfederalîzm baştirîn çareseriye bo pirsgirêkên navbera Kurd, Şîe û Suneyan.

Konfederalîzm sîstemeke dewletên têkel ku li gor peymaneke navdewletî di navbera du dewlet an jî zêdetir de çêdibe, yan jî dewletek biryar dide ku çend navendên wê yên serbixwe hebin, evna jî bidestxistina armancekê ye ku berjewendiyên hevbeş wan dewletan an jî navendên serbixwe di çarçoveyekê de kom dike, ku berjewendiya hemûyan di vê hevbeşiyê de heye.

Federaliya İraqê di çarçoveya peymannameyeke navdewletî de çêbû ku di kongreya London û Selahedîn de bi biryara (1830-1514-1511) Encûmena Asayîşa Navdewletî û li gor yasayên navdewletî pêk hatiye, evna jî tê wê wateyê ku federaliya İraqê bingeheke wê ya navdewletî heye û dibe bi rêya wê peymanê bo konfederaliyê bê guhertin, evna jî di roja îro ya İraqê de bo İraq û Herêma Kurdistanê heta astekî pirsgirêkan çareser dike.

Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetiya PDK’ê Elî Ewnî ji BasNewsê re got: ‘’11 sal e İraq federalî ye, lê derket ku federalî nikare vê rewşê çareser bike, ya rast jî ew e ku pirgirêka navbera Herêma Kurdistanê û İraqê ne pirsgirêkeke îdarî ye, lê pirsa mafê neteweyî û cografî ye, loma ji bo qonaxa nihe ku em di rewşeke aloz de ne, dibe ku konfederalî çareseriyeke baştir be bo pirsgirêkên niha yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, herwiha evna jî bihevre jiyana ligel İraqê misoger dike, di heman demê de evna bo İraq û Herêma Kurdistanê jî baştir e. Konfederalî jî bo Herêma Kurdistanê her wek bibe dewlet wiha ye, serbixweyî ya aborî û diyarkirina cografya wê misoger dike.’‘

Derheqa heman mijarê de parlamenterê PDK’ê li Bexdayê û Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Demeke sîstema federalî li İraqê şikestiye û tu egereke serkeftina vê sîstemê nîne. Yek ji prensîbên hebûna wê sîstemê ew e ku divê hemû hêzên siyasî yên nav welêt, baweriya wan bi federalîzm û destûra welat hebe, herwiha divê dadgeheke federal jî hebe ku cihê baweriya hemû aliyan be.’‘

Teyîb wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Ew pirsgirêkên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, divabû ji aliyê dadgeha federalî ve bihatana yekalîkirin, lê dadgeha federalî ku nikare pirsgirêkeke wiha ya siyasî çareser bike, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê aloztir bûn. Niha du eger li pêşiya Herêma Kurdistanê hene, yan divê razî be ku İraq dewleteke merkezî ye, yan jî divê ji İraqê cuda bibe bi awayê konfederalî yan ragehandina dewleteke serbixwe.’‘

Mueyed Teyîb axaftina xwe wiha qedand: ‘’Bêguman konfederalî bo Kurdistanê ji federaliyê baştir e, lê konfederalî jî ligel Bexdayê dîsan dibe pirsgirêk, lewra baştirîn çareserî ew e ku Herêma Kurdistanê li dewleteke serbixwe bifikire. Herwiha di rewşa niha de Ereb jî bi vêna razî dibin û ligel cudabûna Herêma Kurdistanê ne. Lê mesela Kurdan ew navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, evna jî qet bi sîstema niha ya federalî nayê çareserkirin, lê piştî cudabûnê hêzeke din a navdewletî wek dadgeha navdewletî dikare wan navçeyan di rapirsiyekê de bo Herhema Kurdistanê yan jî İraqê yekalî bike û rapirsî jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de dibe.’‘

Basnews
Top