Aşton: Herêma Kurdistanê mînakek ciwan e
Katrîn Aşton berprisa têkeliyên derve ya Yekêtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de got ku, ew aşitî û aramiya li herêma Kurdistanê heye mînakak ciwan e û daxwaz ji welatên cîhanê kir giringiyê bi herêma Kurdistanê bidin.
Aşton got ku, civata karûbarên derve ya Yekêtiya Ewropayê di gotûbêjên xwe yên meha şiwatê de pêşniyar ji berpirs û serkirdeyên Îraqê kiriye ji bona parastina aşitî û aramiyê li Îraqê li hev bicivin û li hev bikin û ”pêwîste aşitiya niştimnaî di ser milmilanên sisyasî re be.”
Li gor berprisa Yekêtiya Ewropayê, hevwelatiyên Îraqê aşitî û amniyetê dixwaz in û daxwaz dikin ku, Yekêtiya Ewropayê alîkariya wan bike û wê got: ”Têkçûna rewşa emnî, gendelî û nebûna mafê parastina kompaniyan, sedemên serkene ku, hilbirîn û sermayerazandin li Îraqê paş bikeve.”
Li dor rewşa Suriyê jî, Aşton got ku, kirîza navxweya Suriyê bandor li ser zêdebûna şidetê li Îraqê û têkçûn arewşa emnî li Îraqê kiriye. Wê got ku, Yekêtiya Ewropayê 21 milyon Yuro (Euro) di nava sala 2012-2013ê de ji bo penaberên surî û yên li herêma Kurdistanê dabîn kirine.
