Penaberên Rojawayê Kurdistanê diçine Barzanê
Penaberên Rojawayê Kurdistanê ber bi Barzanê ve dest bi meşekî dikin.
Biryare bi minasebeta 111 saliya ji dayik bûna Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir 111 Penaberên Rojawayê Kurdistanê bi hevkariya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî bi meş serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê bikin.
Ev meşa han ji kempa Penaberan ya li Dare Şekran destpê dike û li Barzanê bi dawî dibe.
Ji aliyeke din ve li kempa Domîzê 26 hezar xelatên curbicur li ser zarokên Penaber yên Rojawayê Kurdistanê hatin dabeşkirin.
