Çekdarên DIŞIê navendeke polîsan dagîr kirin
Li Hewêceyî çekdarên DIŞIê navendeke polîsan dagîr kirin.
Çavkaniyek ji artêşa Îraqê ragehand ku şeva derbasbûyî çekdarên DIŞIê êrîşî navendeke polîsan ya li devera Riyaz ya ser bi Hewêceyê kirine û ev navenda han xistine destê xwe.
Çavkaniya han eşkere kir ku çekdarên DIŞÎê bi awayekî giştî ev navenda han kontrol kirine û dest danîne ser tevahiya çek û cebelxaneyên nava vê navenda han.
Hevdem çekdarên DIŞIê Efserek û 5 polîs jî birîndar kirine.
Li gorî agehiyan çekdarên DIŞIê nêzî 300 kes bûne û beşeke wan ya mezin jî çekdarên biyanî bûne.
