• Friday, 13 February 2026
logo

Korya têkiliyên xwe ligel Kurdistanê bihêz dike

Gulan Media February 24, 2014 Nûçe
Korya têkiliyên xwe ligel Kurdistanê bihêz dike
Balyozê Korya Başûr li Iaqê, Kîm Hion Miong, ragehand ku asta bazirganiya di navbera Korya Başûr û Iraqê de gihîştiye 12 milyar dolar, ku rêjeya wê dike 10 himberê salên borî.

Kîm Hion Miong di daxwiyaniyeke taybet de ji BasNewsê re got: “Dahata Korya Başûr ji petrola Iraqê gihîştiye ji sedî 10, li gorî rêjeya petrola xav a Korya Başûr, em pêşbînî dikin ku di pêşerojê de têkiliyên me bihêztir bibin.”

Derbarê karên wan li Herêma Kurdistanê de jî, Kîm Hion Miong wiha axifî: “Em dixwazim li Herêma Kurdistanê kar bikin, asoyeke zelal û berfireh di pêşerojê de çaverêya me dike.”

Miong wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Hejmara şirketên Korî yên ku li Iraqê kar dikin 80 şirkete, û di pêşerojeke nêzîk de em ê girêbestan îmza bikin, bi vê yekê dê hejmara şirketên Korî yên li Iraqê kar dikin bigihe 120 şirketan.”

Miong da zanîn ku ew pêdagir in li ser bihêzkirina têkiliyên du alî di navbera Korya Başûr û Iraqê de bi taybetî jî di warên aborî û geştûguzariyê de. Ev daxuyaniya balyozê Korya Başûr di çarçoveya beşdariya wî di danîna bingehê rafhineriyeke petrola Kerbelade bû ku dê şirketên Korya Başûr bi karên avakirina wê rabin.

basnews
Top