AKPê jî dest bi propagendaya bi kurdî kir
Li Amedê piştî BDPê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî dest bi propagendaya bi kurdî kir. Li gelek kuçe û kolanên sereke yên Amedê AKPê bi zaravayê kurmancî û zazakî pankart û afîş daliqandin.
Afîşên berê yên tirkî ku li ber avahiya AKPê Amedê bûn hatin rakirin û di şûna wan de afîşên bi kurdî û tirkî hatin daliqandin.
Namzetên AKPê yên şaredariyan Galîp Ensarîoglu û Sebgetullah Seydaoglu jî afîşên xwe bi kurdî amade kirin.
Cara yekemîn e ku piştî BDPê, AKPê jî di hilbijartinan de propaganda û danasîna xwe bi kurdî dike.
Rudaw
