• Friday, 13 February 2026
logo

Ocalan dê di Newrozê de peyamekê bişîne

Gulan Media February 24, 2014 Nûçe
Ocalan dê di Newrozê de peyamekê bişîne
Tê çaverêkirin şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) di hefteya yekê ya adarê de biçin Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Hat zanîn ku Ocalan dê ji bo Newrozê peyamê bişîne.

Şanda BDP û HDPê herî dawî di 8ê sibatê de hevdîtin ligel Ocalan pêk anî û li bendê ye ku şand di hefteya ewil a adarê de biçe Îmraliye û dîsa hevdîtin pêk bîne.

Wekîlên Koma BDPê Îdrîs Baluken û Pervin Buldan piştî hevdîtinê li meclisê civîn pêk anîbûn û xwestibûn ku ji bo pêvajo peş bikeve 3 şertên ku Ocalan pêşkêş kiriye bi yasayan bêne misogerkirin.

Heta niha hikûmeta Tirkiyê ji bo van daxwazan ti gav neavêtiye.

Li bendê ye ku şanda BDP û HDPê di adarê de biçe Îmraliyê û derbarê geşedanên dawî de nirxandinan bigirin.

Li gor nûçeya DÎHAyê, tê pêşbînîkirin ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan derbarê Newrozê de peyamekê bişîne.

Rudaw
Top