Kurdên Rojava li ser rêbaza Kurdên Başûr diçin
Du zilam jî li nêzîkê xaleke kontrolê ku nû hatiye danîn diaxifin, herwiha du keçên şervan jî ku tifinga wan li ser mile wan e , rawestiyane. Di fîlm de keceke cengewer a Kurd diyar dibe dema otomobîlekê kontrol dike û temaşeyî nasnameya geştyaran dike wek asayişê, ku wek fermandeyên berevaniya sivîl tên naskirin û ser bi PYD’ê ne, piştre ew keç di şerekî ligel çekdarên radîkal de tê kuştin.
Ew xortê ku dibêje “Ev ax niştimanê min e” mebesta wî ne Sûriye ye, lê mebesta wî Herêma Rojavayê Kurdistanê ye, ev yek ne nerîneke helbestvanî ye, lê nerîneke siyasî ye, mebesta wî ji Rojava jî, Rojavayê Kurdistanê ye, wek Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê.
Li gorraporteke rojnameya “El-Qudis El-Erebî”, Herêma Kurdistana Iraqê di destpêkê de ji rêveberiya xweserî dest pê kir, niha jî Herêma Kurdistana Sûriyê ketiye wê qonaxê û di 21’ê Çile de rêveberiya xweser ragehand. Rojavayê Kurdistanê, nifûsa wê 2 milyon û 200 hezar kes in, piraniya şêniyên wê Kurdin, herwiha bo 3 navçeyan hatiye parvekirin, Cizîre, Kobanî û Efrîn, ji bo her yek ji van beşan jî rêveberiyeke xweserî heye.
Di vê dema niha de, ew her sê herêm naxwazin bi temamî ji hikûmeta Sûriyê cuda bibin û dixwazin wek ezmûna rêveberiya xweser a Kurdistana Iraqê bikin, dahata petrol navxwe û ji seî 17 jî ji budceya giştî ya welat werbigirin. Ji bo desthilatdariya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê wek hikumraniya Başûrê Kurdisanê be, pêwîstiya wan bi îtîrafkirina rejîma Sûriyê, serkirdeyên Kurd li Iraqê û civaka navdewletî heye, ji ber ku heta niha tu welatek û tu aliyekî navxweyî îtirafê bi vêna nakin.
Ligel ku rejîma Sûriyê êrîşî wan her sê herêman nake, ew herêm jî rê nadin ku grûpên radîkal derbasî wan navçeyan bibin, bi taybetî ji aliyê sînorê Tirkiyê ve, lê Esed bi tu awayî razî nabe ku welatê wî bibe kanton. Hefteya borî jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragehand ku ew alîkariya rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdstanê nake û hitîrafê jî bi an nake.
Herwiha Tirkiyê jî, ji tirsa serxebûna Kurdên Sûriyê û Iraqê, bêguman li dijî ragehandina rêveberiya xweser e, ji ber ku evna yek dibe sedema wê yekê ku dewletek bê avakirin ku tê de PKK serdest be. Herwiha serkirdeyên Rojavayê Kudristanê pêşbînî dikin ku ew dê dest deynin ser rafhineriyên petrolê li Sûriyê, û eger ev yek pêk hat dê ew herêm bibe girîngtirîn herêm li Sûriyê.
Serokê Komîteya Dadwerî li Navçeya Cizîrê, Hekem Hilû jî wiha dibêje: “Em dikarin tenê li navçeyên di bin kontrola YPG’ê de hilbijartinan bikin.” Jineke Kurd jî ji Efrînê ji rojnameyeke Kurdî re dibêje: “Jinên Kurd li pêş hemû jinên cîhanê ne.”
Basnews
