Hevalê el-Zewahirî li Sûriyê hat kuştin
Çalakvanên ser bi opozîsyona Sûriyê ji AFP re aşkere kirin ku di teqîneke xwekujî de li taxa Huluk li bakurê bajarê Helebê ji bilî el-Sûrî, 6 çekdarên tevgera Ehrar el-Şam jî hatin kuştin.
Ebû Xalid el-Sûrî yek ji kesên herî nêzîkî rêberê berê yê rêxistina Qaîde Usame Bin Ladin bû yê ku di sala 2011an di de li Pakistanê li ser destê hêzeke amerîkî hat kuştin.
El-Sûrî herwiha ji rêberê niha yê Qaîde Eymen el-Zewahirî ve nêzîk e û li gorî çavkaniyên agehdar, Zewahirî el-Sûrî şandibû Sûriyê ji bo ku di navbera Daîş û Cebhet el-Nusre de navbeynkariyê bike.
Li gorî zanyariyên çalakvanên nêzîkî opozîsyona Îslamî ya Sûriyê, Ebû Xalid el-Sûrî li ser destê DAÎŞê hatiye kuştin, lê serkirdeyekî DAÎŞê bi navê Ebû Cendel el-Kuwêtî li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsandiye ku destê rêxistina wan di kuştina el-Sûrî de tine ye.
Ebû Xalid el-Sûrî kî ye
-Sala 1963yan li Helebê jidayikbûye.
-Tê gotin ku navê wî yê rast Mihemed Behiye ye.
-Ji destpêka damezirnaind rêxistina Qaîde ve ligel Bin Ladin bû.
-Li Efxanistan û Iraqê şer kiriye.
-Demekê li Sûriyê girtî maye.
-Di sala 2011an de hat berdan.
-Zewahirî ji bo navbeynkariyê ew şandibû Sûriyê.
-Di 23/02/2014an de li Helebê hat kuştin.
Rudaw
