Pevçûnên leşkerî yên li Enbarê berdewamin
Şer û pevçûnên çekdarî yên li Parêzgeha Enbarê didomin.
Di vê derbarê de Serokê operasiyonên Enbarê ragehand ku di encama şer û pevçûnên çekdarî yên di navbera artêşa Îraq û çekdarên DIŞIê de herî kêm 25 çekdarên DIŞIê hatine kuştin.
Çavkanî eşkere kir ku ev operasiyonên han di nava 48 seatan de dom kirine û hevdem ligel kuştina wan 25 çekdaran dest li ser hijmareke zêde çek û teqemenî de hatiye girtin.
Ji aliyeke din ve çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Parêzgeha Selahedînê ragehand ku hijmareke çekdar li Bakûrê Tirkrîtê de êrîş kirine ser navendeke leşkerî û di encam de 15 leşkerên artêşa Îraqê hatine kuştin.
