• Friday, 13 February 2026
logo

Di navbera PKK û artêşa Tirk de şer derket

Gulan Media February 23, 2014 Nûçe
Di navbera PKK û artêşa Tirk de şer derket

Li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê, piştî serê sibê leşkeran sînor da ber guleyên obîs û hawanê, niha jî helîkopter li ser sînor guleyan dibarîne. Hat zanîn ku demek kurt di navbera leşker û endamên HPG'ê de pevçûn derket.

Navenda ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî a PKK`ê ye îro şeme danê paş nîvro daxuyaniyek belav kiriye û wêneyek gihêştiye destê Xendanê têde hatiye ku îro danê serê sibehê çendîn car di navbera HPG û artêşa Tirkiyê de şer rû daye.

HPG di beyannameya xwe radighîne ku: Di demjimêr 7:30 xulek Duh şeme danê sibê artêşa Tirkiyê bi kopterên Kobra û Sikurskî û balafirên sîxûriyê dest bi operasyonê kiriye û navçeyên şehîd Kendal û Deryê Dawetiya bombebaran kiriye lê belê hêzên HPG bersiva wan nedaye.

Hpg di daxuyaniya xwe de radighîne ku artêşa Tirkiyê her îro serê sibehê bi topên Ubîs û hawanan bombebarana çendîn navçeyên çiyayê Metîna jî kiriye.

Her di daxuyaniya HPG de hatiye ku ji duh danê paş nîvro de balafirên sîxûrî yên Tirkiyê ser bi asmanê çiyayê Garê de geriyane û ji aliyekî din ve jî li devera Şemzînanê hejmarek zor çekdar guhastine navçeyên sînorî. Di vê çarçoveyê de 50 otombêlên serbazî û 7 kopterên kobra ên şer jî bo bazgehên gundê Suneyî a navçeya Gerdiya hatine guhastinê.

Navenda ragihandina HPG ragihandiye jî ku operasyonên artêşa Tirkiyê li navçeya Şemzînanê û Qilebanê a ser bi Şirnaxê berdewame û hêzên xwe berve wan navçeyan de diguhêze.

Xendan
Top