S. Hizbulaha Êraqê: Malikî di siyasetê de zaroke
Emîndarê Hizbulaha Êraqê û serkirdeyê artêşa Muxtar, li ser pirsa dosyeya ewlekariya parêzgeha Enbarê êrişên tund dibe ser serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî û bi zarokê nava siyaset û şer de wesif dike.
Wasiq Betata, emîndarê giştiyê Hizbulaha Êraqê taybet ji Xendanê re behsa girtina xwe dike û dibêje: Ew reftarên ku Nurî Malikî beramber bi min kir bi zanebûn bûye û armanca wî ew bû min ji qadê dûr bixe, çûnkî ez rikberê Malikî me û ew jî bi navê yasa derbê li rikberên xwe dixe.
Serkirdeyê artêşa Muxtar got: Malikî îspat kir ku ew di siyaset û şer de zaroke û hêşta aqilê wî yê siyasî û serbazî nepijyaye.
Betat amaje bi wê yekê jî kiriye ku divyabû serokwezîrê Êraqê weku Qaîdê muamele li gel wî bikraya û aşkira kir ku çawa li gor lihevhatina niştimanî muamele li gel rêxistina Qaîdê kir, divyabû bi heman awayî dergehê lihevhatinê bi rûyê artêşa Muxtar jî vekira.
Xendan
