• Friday, 13 February 2026
logo

Timoşenko banga berdewamiya çalakiyan kir

Gulan Media February 23, 2014 Nûçe
Timoşenko banga berdewamiya çalakiyan kir
Serokwezîra berê ya Ukrayna Yulia Timoşenko piştî ku hat berdan, li Meydana Azadiyê bangî xwepêşanderan kir û got: 'Hûn lehengên sedsalê ne' û ji wan xwest ku çalakiyan bidomînin.

Yulia Timoşenko ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê bi erebeya bi teker anîn meydanê. Timoşenko li meydanê bangî xwepêşanderan kir û got ku Kiev paytexta mirovên azad e.

Timoşenko çalakvan wek 'lehengên sedsalê' û 'rizgarkerên welêt' bi nav kirin û ragehand ku ew kesen guleyan dibarînin ser çalakvanan û mirovên bêtawan dikujin, dê qet neyên efûkirin. Herwiha got ku ku ji ber ew ne li ba kesên di çalakiyan de hatin kuştin bûye xemgîn e. Serokwezîra berê bangî çalakvanan kir ku çalakiyên xwe bidomînin ji wan re got: ‘‘Heta hemû daxwazên we neyên qebûlkirin, divê hun meydanan bicîh nehhelin.

basnews
Top