Timoşenko banga berdewamiya çalakiyan kir
Yulia Timoşenko ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê bi erebeya bi teker anîn meydanê. Timoşenko li meydanê bangî xwepêşanderan kir û got ku Kiev paytexta mirovên azad e.
Timoşenko çalakvan wek 'lehengên sedsalê' û 'rizgarkerên welêt' bi nav kirin û ragehand ku ew kesen guleyan dibarînin ser çalakvanan û mirovên bêtawan dikujin, dê qet neyên efûkirin. Herwiha got ku ku ji ber ew ne li ba kesên di çalakiyan de hatin kuştin bûye xemgîn e. Serokwezîra berê bangî çalakvanan kir ku çalakiyên xwe bidomînin ji wan re got: ‘‘Heta hemû daxwazên we neyên qebûlkirin, divê hun meydanan bicîh nehhelin.
basnews
