• Friday, 13 February 2026
logo

ENKSê ligel partiyên Başûrê Kurdistanê dicive

Gulan Media February 23, 2014 Nûçe
ENKSê ligel partiyên Başûrê Kurdistanê dicive
Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo ku helwesta xwe derbarê guhertinên li Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweseriya demokratîk de bigihîne wan, ligel partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dicive.

Piştî ku duh şanda her 12 partiyên ENKSê ligel Komela Îslamî ya Kurdistanê civiya, biryar îro ligel çend partiyên din jî bicive.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda partriyên ENKSê dê îro ligel Partiya Komonîst a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Tevgera Gorran bicive.

Partiyên ENKSê piştî ku roja înê daxuyaniyeke berfereh derbarê guhertinên dawî li Rojavayê Kurdistanê derxist û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tundî rexne kir, biryar da ku nêrîna xwe derbarê van guhertinan de bigihîne partî û aliyên siyasî yên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê.

Partiyên ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ew rêveberiya xweseriya demorkatîk ya ku PYDê û hevalbendên wê di dawiya meha borî li Rojavayê Kurdistanê de ragihandine nûneratiya wan nake û “ne şeraî ye”.

Di daxuyaniyê de PYDê bi wê yekê hatiye tometbarkirin ku bi sedema biryar û gavên wan yên ji yek alî de, hemû rêkeftinên hevbeş ên navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku PYDê jî beşek jê ye, hatine jinavbirin.


PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan di dawiya meha çile ya borî de rêveberiya xweseriya demokrat li Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Li gor wê rêveberiyê, Rojavayê Kurdistanê li ser her sê herêmên Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku wek kanton hatine naskirin, hat parvekirin. Li her kantonekê hikûmeteke ji serok û 2 cîgirên wî û 22 wezîran hat avakirin.

Rudaw
Top