• Friday, 13 February 2026
logo

YPG: 50 çekdar li Til Birakê hatin kuştin

Gulan Media February 23, 2014 Nûçe
YPG: 50 çekdar li Til Birakê hatin kuştin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, ragihand ku wan bajarokê Til Birakê û 17 gundên derdora wê ji bin destê çekdarên radîkal derxistin û xistin bin kontrola xwe.

YPGê daxuyaniyek derbarê şerê wan ê ligel çekdarên Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam li bajarokê Til Birakê belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di wî şerî de 50 çekarên radîkal hatine kuştin û cenazeyên 16 kesan di destê YPGê de ye, herwiha 42 çekdar jî dîl ketin destê YPGê.

Lê belê berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji rojnameya el-Şerq el-Ewset re got ku di şerê duh li Til Birakê de 27 çekdarên radîkal hatine kuştin.

Rêdûr Xelîl li ser girîngiya Til Birakê jî axifî û got “Kontrolkirina Til Birakê ne tenê ji ber cihê wê stratejîk e, lê belê ew bûbû navendek ji bo çekdarên ku hemwelatiyên sivîl ên Kurd dikuştin”.

Di daxuyaniya navenda ragihandina YPGê de hatiye gotin ku di şerê Til Birakê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan.

YPGê di 26ê kanûna 2013an de operasiyonek dan destpêkirin û di nava çend rojan de got ku wê bajarokê Til Birak û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam derxistin.

Lê di 7ê meha borî de YPGê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku operasiyona wê li Til Birak û Til Hemîsê bi dawî hat û hêzên wan ji wir vekişiyan. YPGê tekîd kiribû ku ti niyeta wan nebû her du bajarokan kontrol bike.

Tevî ku YPGê heta niha bi awayekî fermî hejmara şervanên xwe yên ku di şerê berê li Til Birak û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dane aşkere nekiriye, lê di heftiya borî de cenazeyên 28 şervanên xwe yên ku di wî şerî de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Qamişlo veşartin.

Rudaw
Top