Bazirganên Îsraîlî dixwazin sermaya xwe bînin Kurdistanê
Li gor rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê, hejmarek bazirganên Îsraîlî dixwazin bo çêkirina kargeheke berhemên şîr sermaya xwe li Kurdistanê bixin tevgerê û herwiha dixwazin ji Herêma Kurdistanê berhemên xwe yên şîr bişînîn bajarên din ên İraqê.
Li gor heman rojnameyê, şandeke Herêma Kurdistanê serdana gundê Kibbutz Ovakimyan ê Îsraîlê kiriye û ji nêzîk ve çiftlikên bixwedîkirina ajelan dîtine. Serdan jî li ser daxwaza şirketa AfiMilk bûye ku şirketeke mezin a Îsraîlî ye û ku di sektora ajel û berhemên şîr de navdar e.
AfiMilk, yek ji navdartirîn şirketê cîhanê ye di warê berhemên şîr de û li zêdeyî 50 welatan kargehên wê yên berhemên şîr hene. Ew kargeh û çiftlika ku ew şirket dixwaze li Kurdistanê çêbike, dibe mezintirîn kargeh li ser asta İraqê.
Basnews
