• Friday, 13 February 2026
logo

Kurdistan bi 11 milyar dolar serxwebûnê radighîne

Gulan Media February 23, 2014 Nûçe
Kurdistan bi 11 milyar dolar serxwebûnê radighîne
Li gor çavdêrên agahdarê rewşa Hewlêr û Bexdayê, ew zexta hikûmeta navendî li ser Herêma Kurdistanê ku qaşo divê 11 milyar dolar li Bexdayê vegerîne, wiha dike xwesteka Herêma Kurdistanê ya cudabûnê zêdetir bibe.

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de raportek li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê belav kiriye û têde daxwaza 11 milyar dolar dahata petrolê ku Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî ji hikûmeta Kurdistanê dixwaze, wek baştirîn hincet tê dîtin ku Kurd cudabûna xwe ya ji İraqê rabighînin, ji ber bi hinceta nedana wan pereyan Bexdayê budceya Kurdistanê neşandiye.

Li gor çavdêr û agahdarên rewşa heyî, Bexda di van daxwazên xwe yên ku ji Herêma Kurdistanê dike, dereng maye û êdî nikare bigihe tu encaman, ji ber niha hewqas nemaye Herêma Kurdistanê veberhênana enerjiya xwe bigihîne ji sedî 17’ê budceyê ku divê ji Bexdayê jêre were.

Wekîlê Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê Reşîd Tahir jî tekez dike ku tu bereyên hikûmeta Bexdayê li Kurdistanê nînin heta daxwaz bike û wiha dibêje: ‘’Berevajiya wê divê Bexda di zûtirîn dem de beşa budceya Kurdistanê bişîne, ji ber heqdestê wan şirketên biyanî yên li Kurdistanhe kar dikin neşandiye, vêca çawa dikare daxwaza pereyan ji me bike.’‘

Hêjayê gotinê ye ji dawiya sala borî ve Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya xwe ku bi Tirkiyê ve tê girêdan, berdewam petrolê dişîne bendera Cîhan û niha li wir tê depokirin heta Hewlêr û Bexda digihin rêkeftinekê li ser awayê şandin û firotina wê petrolê bo bazarên chihanê.

Li gor çavdêran jî, ew hemû hincetên ku Bexda li Herêma Kurdistanê dike bi taybetî jî Nûrî Malikî, niştekî naguherin, ji ber Hewlêr wek çawa berdewam bû, her wiha berdewam dibe li ser îmzekirina girêbestan û eger Bexda jî zêde zextê bike, cûdabûn û serxwebûnê hildibijêre neku biçe jêr biryarên Bexda ku ji xwe nedestûrî dibînin.

Basnews
Top