• Friday, 13 February 2026
logo

Daxuyaniya Hikûmeta Iraqê derbarê mûçeyên Kurdistanê de

Gulan Media February 23, 2014 Nûçe
Daxuyaniya Hikûmeta Iraqê derbarê mûçeyên Kurdistanê de
Sekreteriya Encûmena Wezîrên Iraqê ragihand ku pirsa mûçeya fermanberan û para Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de wek xwe mawye, lê tê pêşbînîkirin vê heftiyê guhertinên nû derbarê vê pirsê de çêbibin.

Çavkaniyeke berpirs ji Sekreteriya Encûmena Wezîrên Iraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Pirsa şandina mûçeya fermanberan û para Herêma Kurdistanê di buceya federalî ya Iraqê de wek xwe maye û ev pirs girêdayî rêkeftina Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê ye derbarê budce û petrolê de”.

Çavkaniyê pêşbînî kir ku di vê heftiyê de pêşhatên nû derbarê vê pirsê de derkevin holê.

Çavkaniyê diyar kir ku bendên taybet bi para Herêma Kurdistanê û şandina petrola Kurdistanê di projeyasaya budceya federalî ya sala 2014an a Iraqê de wek xwe maye.

Berî niha berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihadibû ku şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê heta niha ne gihiştine ti rêkeftinekê derbarê petrol û budceyê de.

Rudaw
Top