• Friday, 13 February 2026
logo

Gava yekemîn a pêkanîna hikûmeta Kurdistanê hat avêtin

Gulan Media February 23, 2014 Nûçe
Gava yekemîn a pêkanîna hikûmeta Kurdistanê hat avêtin
Li gorî zaniyariyên ku gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, di kabînbeya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, her sê wezaretên Darayî, Navxwe û Pêşmerge hatin parvekirin.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, Wezareta Pêşmerge bo Partiya Demokrata Kurdistanê, Wezareta Darayî bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Wezareta Navxwe jî dê ji Tevgera Gorranê re be.


Ev lihevkirina partiyên Başûrê Kurdistanê li ser parvekirina hinek wezaretên hikûmetê di demekî de ye ku 5 meh bi ser hilbijartinên roja 21ê Îlona 2013an ên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibe.



Di hilbijartinan de, PDK yekem, Tevgera Gorran duyem û YNK di rêza sêyem de cîh girtin, partiyên îslamî jî di rêzên çarem û pêncem de cîh girtin.

Rudaw
Top