• Friday, 13 February 2026
logo

Li Silêmaniyê mezintirîn projeya geştyarî tê vekirin

Gulan Media February 22, 2014 Nûçe
Li Silêmaniyê mezintirîn projeya geştyarî tê vekirin
Projeya ‘Şarî Ciwan’ ku beşeke serekî ya pêkhateya hotêleke pênc stêrk e û li gor pîvanên navdewletî hatiye çêkirin, roja 02.03.2014’ê wek mezintirîn projeya geştyarî li bajarê Silêmaniyê tê vekirin.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Silêmaniyê Yesîn Feqê Seîd bi awayekî girîng behsa vê projeyê kir û wek projeyeke herî girîng a geştyarî li ser asta Herêma Kurdistanê û İraqê pênase kir. Yasîn Feqê got: ‘’Şarê Ciwan projeyeke ku li gor pîvanên navdewletî hatiye çêkirin û yek ji zincîreya hotêlên Grand Millennium e.’‘

Herwiha li gor daxwiyaniyên berpirsên Grand Millennium jî, Şarê Ciwan yek ji xweşiktirîn projeyên wan e ku li seranserê cîhanê heta niha çêkirine. Yasîn Feqê wiha axifî: ‘’Bi temambûna projeyê bajarê Silêmaniyê pêngaveke mezin di warê geştyariyê de diavêje. Herwiha sîmayeke xweşik dide bajarê rewşenbîrî, di heman demê de derfeta kar jî bo gelek ciwanan çêdike, bi taybetî jî derçûyên zanîngeh û peymangehên Silêmaniyê.’‘

Hotêla Şarê Ciwan yek ji projeyên girîng a sektora taybet e û ji 39 qatan pêk tê, çar corên nivistinê yên taybet ji bo geştyaran hatine amadekirin, herwiha qata dawî ya hotelê restoranteke geştyarî ye ku berdewam 360 pile dizîvire û di 57 deqîqeyan de hemû bajar tê dîtin.

Basnews
Top