Demîrtaş: Kurdî zimanê me ye û Kurdistan welatê Kurdan e
Demîrtaş li bajarê Amedê ji raya giştî re axifî û got “Çima dema ku gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe binvîse û bixwîne, partiyên Tirk qiyametê radikin, ev zimanê gelê Kurd e û Kurdistan jî welatê wan e”.
Selahedîn Demîrtaş herwiha got “Tirkiye ne welatê milkê ti kesiye, yê hemû gelên lê dijiye û Kurd ne amide ne ku ji bo hin kes li Tirkiyê ji zimanê kurdî acizin dev ji zimanê dayika xwe berdin”.
Hevserokê BDPê da zanîn ku her car ew tînin ziman ku ew ne cudaxwazin, lê ew tişt nayê wateya ku ewê ji asimlasyon û înkarkirina gelê Kurd û zimanê wî re serî xwe deynin.
Rudaw
