YPG: Til Birak ket bin kontrola me
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye ku şervanên wan şeva borî dora saet 12 bi dema Qamişlo operasyonek ji bo derxistina çekdarên radîkal ên DAÎŞ û Cebhey el-Nusra ji bajarokê Til Birakê da destpêkirin.
Rêdûr Xelîl aşkere kir ku di encama wê operasyonê de Til Birak ji bin destê çekdarên radîkal hat derxistin û ket bin kontrola YPGê.
Xelîl diyar kir ku herwiha gelek gundên derdora bajarokê jî ji bin destê çekdarên DAÎŞê hatin derxistin.
YPGê di 26ê kanûna 2013an de bi alîkariya 120 çekdarên ereb ên ku alîgirên rejîmê bûn û pişt re tevlî YPGê bûbûn, operasiyonek dan destpêkirin û di nava çend rojan de got ku wê bajarokê Til Birak û gelek navçeyên derdora wê ji bin kontrola DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Eniya Îslamî derxistin.
Lê YPGê di 7ê meha borî de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku operasiyona wê li Til Birak û Til Hemîsê bi dawî hat û hêzên wan ji wir vekişiyan. YPGê tekîd kiribû ku ti niyeta wan nebû her du bajarokan kontrol bike.
Rojnamevanekî nêzîkî grûpên çekdar ên ku li Til Birak û Til Hemîsê şerê YPGê dikirin, berî niha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku di şerê ku 12 rojan berdewam kir, bi dehan şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û “100 cenazeyên wan” ji aliyê grûpên opozîsyonê ve hatin veşartin.
Tevî ku YPGê heta niha bi awayekî fermî hejmara şervanên xwe yên ku di şerê Til Birak û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dane aşkere nekiriye, lê di heftiya borî de cenazeyên 28 şervanên xwe yên ku di wî şerî de hatin kuştin, li bajarê Qamişlo veşartin.
Medyaya nêzîkî PYDê derbarê cenazeyan de ragihandibû ku ew cenaze di çarçoveya proseyeke pev guhertina cenazeyên çekdarên radîkal ên di destê YPGê de hatin wergirtin.
Bajarokê Til Birakê ku hemû nişteciyê wê Ereb in, ji 22yê adara sala 2013an de ji bin kontrola hêzên rejîmê derket û ket destê çekdarên opozîsyonê de û pişt re ket destê çekdarên DAÎŞê.
Rudaw
