Nêzîkî 53 milyon kes dê li Tirkiyê deng bidin
Desteya Bilind a Hilbijartinan li Tirkiyê (YSK) ragihand ku di hilbijartinên şaredariyan de 52 milyon û 700 hezar kes dikarin dengê xwe bikar bînin.
YSKê li Parlamentoya Tirkiyê ragihand ku li gor hilbijartinên şaredariyan ên cara berê, 2 milyon û 500 hezar kesên dengdar zêde bûne.
YSKê destnîşan kir ku di hilbijartinên bê de jinên sergirtî ango bi şerpe jî dikarin bibin karmend li ser sendûqên dengdanê ku berê qedexe bû.
Biryar e hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê roja 30 adarê destpêbikin.
Rudaw
