• Friday, 13 February 2026
logo

Wilayetî: Sûriye dibe sê dewlet

Gulan Media February 22, 2014 Nûçe
Wilayetî: Sûriye dibe sê dewlet
Rawêjkarê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Ekber Wilayetî îdîa kir ku Emerîka Îsraîl, Sûriyê dikin sê dewletên serbixwe.

Elî Ekberî ku di heman demê de Serokê Lêkolînên Stratejîk a Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Îranê ye wiha dibêje: ‘’Emerîka û Îsraîlê hewldanên xwe xistine tevgerê daku Sûriyê bikin sê dewlet, ji ber ku Sûriye bazinê serekî yê berevaniyê ye ligel Îsraîlê, divê Îran û Rûsya hevkarê hev bin bo pûçkirina vê planê.’‘

Li gor medya Îranê, Wilayetî tekez kir ku ew herdem ligel hikûmeta Beşar Esed in û qet pişta Esed bernadin bo welatên din. Wilayetî axaftina xwe wiha diqedîne: ‘’Zêdeyî 6 sedsal dibe Îran li tenişt deryaya Qezwîn dijî û desthilata wê li ser heye, loma çênabe hejmarek dewlet bixwazin di vê mijarê de tevlîheviyê derxînin.’‘

Basnews
Top