• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Ukrayna ji Kievê reviya

Gulan Media February 22, 2014 Nûçe
Serokê Ukrayna ji Kievê reviya
Serkirdeyê opozîsyona Ukrayna Vitali Klitschko ragihand ku serokê Ukrayna Viktor Yanukovych ji paytexta Ukrayna Kievê derketiye.

Vitali Klitschko îro di avahiya Parlamentoya Ukrayna de ji parlamenteran re got ku Yanukovych ji Kievê derketiye.

Ajans Reutersê belav kiriye ku xwepêşanderan dest danî ser avahiya serokatiyê li Kievê.

Opozîsyona Ukrayna daxwaz dike ku Viktor Yanukovych dest ji kar vekişîne, lê heta niha wî bi awayekî fermî ev yek pêk ne aniye.

Reutersê li ser zarê çavkaniyeke meszin a ewlekariya Ukrayna veguhestiye ku Yanukovych hîn li Ukrayna ye, lê wî negot bê Yanukovych li Kievê ye yan na.

Ajansa serbixwe ya ukraynî li ser zarê parlamenter Anna Herman ya nêzîkî serokê Ukrayna Viktor Yanukovych belav kiriue ku Yanukovych li bajarê Kharkiv e.

Berî niha serokê parlamenoyê ku yek ji kesên nêzîkî Yanukovych e dest ji posta xwe vekişand, ev yek jî piştî ku çend parlamenterên partiya desthilatdar istîfa kirin.

Rudaw
Top