Serokwezîr û nûnerê sekreterê NY rewşa Îraqê nirxand
Di civînekê de her du aliyan rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, hemû pirsgirêk û alozî dûr ji bikaranîn aşidetê û bi rêya diyalogê û li gor mekanîzma destûra Îraqê destnîşan kiriye, bên çareser kirin.
Rewşa herêma Kurdistanê û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî j nûnerê Bankî-moon re behsa pêngavên avakirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê û ew civînên di wî warî de heta nuha digel aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê hatine encamdan, kir.
Ji aliyê xwe ve nûnerê sekreterê girştiyên Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê, hêvî kir ku, hemû alî bigihin rêkeftinekê û di demke herî zû de hikûmeta nê bê avakirin.
