Rêveberê polîsê Celewlayê hat kuştin
Rêveberê polîsê nehêştina tawanan ên Xaneqînê Ferhad Rifeit ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Dema rêveberê polîsê hawarçûnê yê Celewlayê Farûq Temîmî bihîst ku çend xalên kontrolê yên hêzên wî li ser rêya navçeya Îmam Weyis ketine dest çekdarên DAÎŞê, yekser hêzek bire navçeyê li nêzîk nahiyaya Şareban ji bo ku wan xalan ji destê DAÎŞê rizgar bike”.
Rifeit diyar kir ku Temîmî di şerê ligel çekdarên DAÎŞê de bi guleya nîşançiyekî îro saet 6ê sibehê bi dema Hewlêrê hat kuştin.
Rêveberê polîsê nehêştina tawanan ên Xaneqînê herwiha got ku heta niha şer di navera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên DAÎŞê li wê navçeyên berdewam e.
Rudaw
