• Friday, 13 February 2026
logo

Taner Yildiz: Şandina petrola Kurdistanê didome

Gulan Media February 22, 2014 Nûçe
Taner Yildiz: Şandina petrola Kurdistanê didome
Wezîrê enerjî yê Tirkiyeyê dibêje şandina petrola Kurdistanê didome.

Wezîrê enerjî yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ragehand ku biryare hefteya pêşiya me dubare danûstandinên Enqere û Hewlêrê yên derbarê şandina petrola Kurdistanê berdewam bin û civîneke din di navbera Hewlêr û Enqereyê de bo giftûgo kirin li ser vê pirsê tê sazkirin.

Yildiz di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kiriye ku danûstandinên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî didomin û Tirkiye jî li benda encamên wan danûstandinaye.

Yildiz tekez li ser vê yekê kiriye ku şandina pterola Kurdistanê bo Tirkiyeyê didome û li gorî destûra bingehîn ya Îraqê mafê Kurdistanê ye ku petrola xwe bişîne ji derve re.
Top