DNO: Bexda nikare hêbirîna petrola Kurdistanê rawestîne
Kompaniya DNO dibêje Bexda û nakokiyên nabvera Bexda û Hewlêrê bandor li ser hêlbirîna petrola Kurdistanê nakin.
Li gorî nûçeyeke malpera boolemberg ya Amerîkayî Rayedarên kompaniya mezin ya petrolê a Norwêjê (DNO) ragehandine ku nakokiyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de yên li ser pirsa petrol û gazê bi ti awayî bandorê li ser hêlbirîna petrola Kurdistanê nakin.
Rayedarên vê kompaniyê eşkere kirine ku di bernameya wan deye ku di demeke nêz de asta hêlbirîna petrolê ya ji aliyê DNO ve bo rojane 200 hezar bermîn petrolê zêde bikin.
Çavkaniyên han eşkere kirine ku zêde kirina hêlbirîna petrolê ya li Kurdistanê de vê bo çareser kirina kêşeyê heyî roleke gelek girîng bilîze.
