Iraq: Her kesê ku endamekî DAIŞê bigire yan bikuje dê were xelatkirin
Li gorî nûçeya televîzyona Iraqiye ya Iraqê, Wezareta Parasitna Iraqê biryar daye, her kesê ku endaemkî DAIŞ û El Qaîdê li Iraqê bikuje dê 20 milyon dînar (nêzîkî 17 hezar dolar) wek xelat bidinê.
Her wiha li gorî daxuyaniya wezaretê, her kesê ku “terorîstekî” bide girtin dê 30 milyon dînar (25 hezar dolar) were xelatkirin.
Nêzîkî 50 roj in li parêzgeha Enbarê ya Iraqê, di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên dewletê de şer û pevçûn didome û heta niha jî artêşa Iraqê nekariye çekdarên DAIŞê ji wan deveran derbixe.
Rudaw
