Xwepêşandanek li Qamişlo derdikeve
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo got ku xwepêşandan li ser beng Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd e û dê îro saet 12ê nîvro bi dema Qamişlo li taxa Enteriyê derbikeve.
Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd di bangewaza xwe de ragihand ku xwepêşandna wan ya îro wek bersivdanekê ye li ser xwepêşanda roja çarşemê ya alîgirên Esed e.
Di daxuyaniyê de bang li ciwanan û hemû beşên civakê yên siyasî, civakî, kultûrî û saziyên sivîl hatiye kirin ku “li dijî lîstikên emnî yên li Qamişlo têne lîstin”, tevlî xwepêşandana îro bibin.
Desteyê diyar kir ku xwepêşandana wan dê îro saet 12ê nîvro li ber mizgefta el-Farisî li taxa Enteriyê ya Qamişlo destpêbike.
Roja çarşemê ya borî, bi hezaran kes tevlî xwepêşandanek li bajarê Qamişlo bûn ku ji bo piştgirîkirina Beşar Esed derketibû. Hat gotin ku xwendekarên dibistanan û fermanber di bin gefa dûrxistina wan ji dewam û fermanberiyê de tevlî xwepêşandanê bûbûn.
Rudaw
