• Friday, 13 February 2026
logo

‘Malikî planek ji bo dagîrkirina Hewlêrê amade kiribû’

Gulan Media February 21, 2014 Nûçe
‘Malikî planek ji bo dagîrkirina Hewlêrê amade kiribû’
Berpirsekî Kurd ê Herêma Kurdistanê ragehand ku berî destpêkirina xwepêşandanên Enbarê, Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî planek danîbû da êrîşî Hewlêrê bike.

Berpirsê Kurd, ku nexwestie navî wî were eşkere kirin, ji rojnmaeya Siyase ya Erebî re tekez kir ku Serokê Hrêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qet qebûl nake ku bikeve bin desthilata Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, ji ber ku Malikî diwaze yekîtiya di navbera Kurd û Erebên Sune de têk bide.

Ji aliyekî din ve wî berpirsî eşkere kir ku di Kanûna sala 2012’an de, Malikî dixwest êrîşî hêzên Pêşmerge li parêzgeha Kerkûkê bike, û ji wê derê nêzîkî derdora Hewlêrê bibe, wek planên ku Seddam Hisên berê çî bi cîh dikirin bo dagîrikirina Hewlêrê.

Wî berpirsê ku nêzîkê Partiya Demokrata Kurdistanê ye, got: “Malikî ev plana han amade kiribû berî ku xwepêşandanên parêzgeha Enbarî ya Sunî dest pê bikin. Zaniyarî di dest me de hene ku Malikî planek amade kiribû hu tê de hemû xalên mana hêzên Pêşmerge li parêzgeha Kerkûkê diyar kiribûn, da wan ji parêzgehê derbixe û piştre Artêşa Iraqê li cihê wan bicîh bike.

Berpirsê Kurd wiha dibêje: “Malikî dixwest derbeyekê li Kurdan bide da nameyeke bihêz bişîne bo Erebên Sune li Iraqê, da wan bixe bin kontrola xwe û ji jêr fermana wî dernekevin.” Li gor wî berpirsî, Malikî dixwest plana ku niha li Enbarê cîbicîh dike, di wê demê de li Herêma Kurdistanê bikar bîne, Malikî herwiha di wê demê de pere dan serokê êlên Kurdî li Kerkûk, Nînowa û Diyala ji bo pêk anêna “Encûmena Hevkariyê” da alîkariya wî bikin li dijî Herêma Kurdistanê, lê ew hewlên wî biser neketin û şikestin.

Herwiha dibêje ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wê demê de bi redkirina piştgirîkirina Malikî, gelek alîkar bû bo rêxistina nav mala Kurdî li Herêma Kurdistanê û evna bû sedem ku Malikî ji plana xwe vekişe.

Ew berpirs axaftina xwe wiha diqedîne: “Serkirdayetiya Kurd bi haydarî çavdêriya tiştê ku li Enbarê çêdibin dike, herwiha serkirdayetiya Kurd ji hevpeymanên xwe yên di nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîayan de gotiye ku Malikî dixwaze bi vî şerê xwe dest deyne ser parêzgeha Enbarê û nehêle bibe herêmeke serbixwe, ji ber ku gelek caran serkirdeyên Enbarê ragehandibûn ku ezmûna Herêma Kurdistanê gelek baş û pêşketî ye.”

Basnews
Top