• Friday, 13 February 2026
logo

Artêşa Azad a Sûriyê bû du beş

Gulan Media February 21, 2014 Nûçe
Artêşa Azad a Sûriyê bû du beş
Biryara Encûmena Bilind a Leşkerî ya Artêşa Azad a Sûriyê ya taybet bi dûrxistina ceneral Selîm Idrîs ji posta serokerkanê artêşê, gelek nakokiyên di nava rêzên Artêşa Azad de derxistijn holê.

Roja 16.02.2014 Encûmena Leşkerî ya Artêşa Azad biray da ku Selîm Idrîs ji posta serokerkanê artêşê dûr bixe û ceneral Ebdilîlah Beşrî li şûna wî destnîşand kir.

Yek ji karvedanên vê biryarê ew bû ku duh 20.02.2014 serkirdeyên 17 grûpên ser bi Artêşa Azad ve di daxuyaniyekê de ragihandin ku ew biryara encûmenê qebul nakin û bi biryarek “Ne şeraî” dan zanîn.

Her 17 serkideyan di daxuyaniuye xwe de daxwaz kirin ku girêdana Encûmena Leşkerî û Desteya Erkanan bi hev re nemîne û daxwaz ji Selîm Idrîs kirin ku ji nû ve Desteya Erkanan organe bike. Herwiha ji hemû grûpên çekdar ên ser bi opozîzyonê ve xwestin ku tevlî Desteya Erkanan bibin.

Bi vê yekê jî parçebûnek ket nava rêzên Artêşa Azad a Sûriyê û ew artêş bû 2 beş, beşek ligel serokerkanê ji kar durxistî Selîm Idrîs û beşa din ligel serokerkanê nû Ebdilîlah Beşîr e.


Nexşeya leşkerî ya Artêşa Azad

Desteya Erkanên Artêşa Azad di 6ê Kanûna 2012an de li bajarê Entaliya li Tirkiyê bi amadebûna 300 serkirdeyên leşkerî ji hundir Sûriyê hat avakirin.

Desteya Erkanan ji 5 eniyan pêk tê ku li ser bingeheke cografîkî hatine avakirin.

Eniyên Desteya Erkanan evi in:

Eniya Bakûr, Eniya Rojhilat, Eniya Navendê, Eniya Rojava û Eniya Başûr.

Her eniyek ji 15 Encûmên leşkerî pêk tê, li ser vê bingehê Encûmena Bilind a Leşkerî ya Artêşa Azad hat avakirin.

Encûmen Bilind a Leşkerî desteyek şêwirdarî ye, ji 30 endaman pêk tê, wate her eniyeke Desteya Erkanan 6 nûnerê wê di Encûmen Bilind a Leşkerî de hene.

Rudaw
Top