Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê teqîn: Herî kêm 24 kes mirin
Li gorî medyaya Tirkiyê, Duh(20.02.2014) danê êvarê, li deriyê sînorî yê el Selame yê li hember deriyê sînorî yê Oncupinarê yê girêdayî bajarê Kilîsê yê Tirkiyê teqînek mezin çêbû.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de 24 kes mirin ku 20 kes li cihê bûyerê û 4 kesên din jî li nexweşxanê can dan.
Hat zanîn, zêdetirî 40 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan rakirine nexweşxaneya bajarê Kilîsê yê Tirkiyê.
Deriyê sînorî yê el Selame di bin kontrola hêzên artêşa azad a Sûriyê de bû lê çekdarên DAIŞê dixwastin bixin bin kontrola xwe.
Rudaw
